Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 16 hezar û 809 kesan pozîtîf derket, 63 kes mirin

Ahmet Sertan Usul  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 27.07.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 16 hezar û 809 kesan pozîtîf derket, 63 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 224 hezar û 198 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 16 hezar û 809 kes pozîtîf derketin, 63 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 224 hezar û 198 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 16 hezar û 809 kes pozîtîf derketin, 63 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan gihişt 5 hezar û 585.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 64, ya doza duyem jî weke 38,21 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro 39 milyon û 726 hezar û 15 kesan doza yekem û 23 milyon û 714 hezar û 368 kesî doza duyem û herwiha 4 milyon û 26 hezar û 403 kesî jî doza sêyem derzî li xwe dane. Bi giştî 67 milyon û 466 hezar û 786 doz derzî hatine lêdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın