Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 1480 kesan pozîtîf derket, 9 kes mirin

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 98 hezar û 758 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 1480 kes pozîtîf derketin 9 mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 98 hezar û 758 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 1480 kesan pozîtîf derket, 9 kes mirin. Hejmara kesên ku qenc bûn jî 1526 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza duyem weke ji sedî 85,45, ya doza yekem jî weke 93,16 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta niha 147 milyon û 542 hezar û 401 doz aşî hatiye kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.