Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 12 hezar û 381 kesan pozîtîf derket, 58 kes mirin

Burcu Çalık Göçümlü  | 25.07.2021 - Rojanekırın : 25.07.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 12 hezar û 381 kesan pozîtîf derket, 58 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 221 hezar û 463 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 12 hezar û 381 kesî pozîtîf derket, 58 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Wezareta Tenduristiyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor tabloyê li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 221 hezar û 463 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 12 hezar û 381 kesî pozîtîf derket, 58 kes mirin, jimara başbûyiyan jî derket 5 hezar û 383 ye.

Di nifûsa ser 18 salî da rêjeya kesên ku doza ewil a aşiyê hat lêxistin ji sedî 63,44, rêjeya kesên ku doza duyem a aşiyê lê dan ji sedî 36,19 e.

Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da di 24 saetên dawîn da doza yekem, duyem û sêyem 544 hezar û 603 aşî hatin lêxistin.

Li Tirkiyeyê jimara aşiyên ku heta îro hatine kirin di doza yekem da 39 milyon û 377 hezar û 703, doza duyem 22 milyon û 462 hezar û 836, 3 milyon û 754 hezar û 268 doz aşiya sêyem hat lêxistin û jimara aşiyan derket 65 milyon û 594 hezar û 807an.

10 bajarên ku lê rêjeya herî kêm dozek aşî lê hatiye xistin herî zêde ye ev in: Muxla, Çanakkale, Kirklarelî, Edirne, Balikesîr, Amasya, Eskîşehîr, Aydin, Îzmir û Tekîrdax

Bajarên ku herî kêm lê aşî hatiye lêxistin ev in: Bidlîs, Riha, Mêrdîn, Sêrt, Diyarbekir, Mûş, Batman, Bingol, Gumuşxane û Îdir

- "Zêdebûna jimara waqieyan dewam dike"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî tabloya rojane parve kir û got ku "Zêdebûna jimara waqieyan dewam dike. Ev rewş dibe ku di razandinên nexweşxaneyê da jî derkeve holê. Rêya parastina ji vê guhdana tevdîran û aşîbûn e. Bila wext derbas nebe aşiya xwe bibin. Dev ji tevdîran bernedin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.