Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 11 hezar û 394 kesan pozîtîf derket, 242 kes mirin

Selma Kasap  | 15.05.2021 - Rojanekırın : 15.05.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 11 hezar û 394 kesan pozîtîf derket, 242 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 203 hezar û 73 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 11 hezar û 394 kes pozîtîf derketin, 242 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 203 hezar û 73 test hatin kirin, testa 11 hezar û 394 kesan pozîtîf derket, 242 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 1102.

Hejmara nexweşên giran bû 2 hezar û 670. Di 24 saetnên dawîn de 37 hezar û 261 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 894 hezar û 24.

Hejmara testan gihişt 50 milyon û 463 hezar û 16, hejmara pêketiyan bû 5 milyon û 95 hezar û 390, hejmara miriyan bû 44 hezar û 301, hejmara nexweşên giran bû 2 hezar û 670.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 43,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 65 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 32,4 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.