Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa 6 hezar û 893 kesan a Kovîd-19ê pozîtîf derket, 28 kes mirin

Merve Yıldızalp  | 12.04.2022 - Rojanekırın : 12.04.2022
Li Tirkiyeyê testa 6 hezar û 893 kesan a Kovîd-19ê pozîtîf derket, 28 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da testa 182 hezar û 216 kesan a Kovîd-19ê hat kirin, testa 6 hezar û 893 kesan pozîtîf derket û 28 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.

Li gorî vê, di 24 saetên dawîn da testa 182 hezar û 216 kesan a Kovîd-19ê hat kirin, testa 6 hezar û 893 kesan pozîtîf derket, 28 kes mirin û 11 hezar û 207 kes jî baş bûn.

Li Tirkiyeyê hejmara aşiyên ku heta niha hatine kirin derket 147 milyon û 235 hezar û 102 dozî.

Rêjeya herî bilind a yên ji 18 saliyê mezintir ên ku herî kêm du doz aşî bûne parêzgehên Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskişehir, Balikesir, Manisa û Zonguldak in.

Rêjeya herî kêm a yên ku herî kêm du doz aşî bûne jî parêzgehên Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bîngol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elezîz in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın