Koronavîrus

Li Tirkiyeyê ji destpêka pandemiya Kovîd-19ê ve hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyan hat tomarkirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 422 hezar û 28 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 77 hezar û 722 pozîtîf derketin, 145 kes mirin.

Yeşim Sert Karaaslan  | 12.01.2022 - Rojanekırın : 13.01.2022
Li Tirkiyeyê ji destpêka pandemiya Kovîd-19ê ve hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyan hat tomarkirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 422 hezar û 28 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 77 hezar û 722 pozîtîf derketin, 145 kes mirin.

Bi vê re hejmara herî zêde ya rojane ya pêketiyên Kovîd-19ê hat tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 422 hezar û 28 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 77 hezar û 722 kes pozîtîf derketin, 145 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 42 hezar û 573 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,12 a doza duyem jî weke 83,80 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 137 milyon û 891 hezar û 835 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.