Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 220 hezar û 546an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1040 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 220 hezar û 546an.

Ahmet Aydın  | 06.08.2020 - Rojanekırın : 08.08.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 220 hezar û 546an

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1153 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, 14 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 54 hezar û 494 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 81 hezar û 802yan.

Di 24 saetên dawîn de 1153 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 237 hezar û 265an. 14 kesên din canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 798an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1040 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 220 hezar û 546an.

Hejmara nexweşên giran 580, rêjeya nexweşên zaturre di nava wan de ji sedî 8,3 ye.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên nû û ya nexweşên giran, rêjeya nexweşên me yên zaturre bi hinek ferqan ji duh hindiktir e. Ti daneyeke ji van ji bo sibe yan ji bo heftiyeke din di warê encaman de garantiyê pêşkêş nakin. Tenê tedbîr dikarin bibin sedema nûçeyên baş."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın