Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 193 hezar û 217an

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 334 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 193 hezar û 217an.

Ahmet Aydın  | 11.07.2020 - Rojanekırın : 12.07.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 193 hezar û 217an

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1016 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 21 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 48 hezar û 813 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 3 milyon û 930 hezar û 223yan.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1016 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 211 hezar û 981ê.

21 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 344an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 334 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 193 hezar û 217an.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 1194 ye û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 401 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di 3 rojên dawîn de 7 bajarên ku herî zêde hejmara pêketinan li wan kêmbûn: Qers, Çanakkale, Bartin, Artvîn, Ardahan, Kutahya û Yalova. Li seranserê Tirkiyeyê rêjeya vegera pêketinan bi pnomoniyê kêm dibe. Ketin û hewaketina hejmara pêketiyan girêdayî merca maske û jihevdûriyê ye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın