Koronavîrus

Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 133 hezar û 400î

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1622 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 133 hezar û 400î.

Ahmet Aydın  | 05.06.2020 - Rojanekırın : 06.06.2020
Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 133 hezar û 400î

Ankara

Wezareta Tendirustiyê ragihand ku li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 930 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 18 kesan jî ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 54 hezar 234 test hatin kirin.

Hejmara testan bi giştî gihişt 2 milyon û 267 hezar û 412an. 930 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 168 hezar û 340î.

Di 24 saetên dawîn de 18 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 648an. Herwiha bi rehetbûna 1622 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 133 hezar û 400î.

Hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de bi giştî 592 e û nexweşên girêdayî ventîlatorê jî 269 in.

- "Siberoj girêdayî îtînaya hijyena destan, maske û jihevdûriya civakî ye"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di hejmara rehetbûyên de zêdebûn heye, dê zêdebûn xurttir bibe. Beşeke giring a nexweşên di nava hejmarên giştî de, pêketiyên ne tesbîtkirî yên di pêvajoya çavdêriyê de ne. Siberoj girêdayî îtînaya hijyena destan, maske û jihevdûriya civakî ye. Zêdetir tedbîr, encama baş bi xwe re tîne."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın