Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîdê ya 19 hezar û 357 kesan pozîtîf derket, 185 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 350 hezar û 937 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 357 pozîtîf derketin, 185 kes mirin.

Merve Yıldızalp  | 05.12.2021 - Rojanekırın : 06.12.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîdê ya 19 hezar û 357 kesan pozîtîf derket, 185 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 350 hezar û 937 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 19 hezar û 357 pozîtîf derketin, 185 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 350 hezar û 937 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 357 kes pozîtîf derketin, 185 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 278 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,82 ya doza duyem jî weke 81,61 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 120 milyon û 910 hezar û 438 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.