Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 61 hezar û 297 kesan pozîtîf derket, 273 kes mirin

Zehra Aydın Turapoğlu  | 16.04.2021 - Rojanekırın : 16.04.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 61 hezar û 297 kesan pozîtîf derket, 273 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 318 hezar û 217 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 61 hezar û 400 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 4 milyon û 86 hezar 957an.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 318 hezar û 217 test hatin kirin, testa 61 hezar û 400 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 42 milyon û 828 hezar û 122.

Îro 297 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 35 hezar û 31.

Nexweşên giran bûn 3 hezar û 80, 54 hezar û 894 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 3 milyon 535 hezar û 40.

Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,3 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 56,7 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 34,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 9 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın