Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 12 hezar û 171 kesan pozîtîf derket, 194 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 183 hezar û 3 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 171 kes pozîtîf derketin, 194 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın  | 08.01.2021 - Rojanekırın : 09.01.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa Kovîd-19ê ya 12 hezar û 171 kesan pozîtîf derket, 194 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 183 hezar û 3 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 171 kes pozîtîf derketin, 194 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin. 

Li gorî daneyên rojane îro 183 hezar û 3 test hatin kirin, testa 12 hezar û 171 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 25 milyon û 681 hezar û 213an.

Îro 194 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 22 hezar û 264an.

Nexweşên giran bûn 3 hezar 201, 8 hezar û 211 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 172 hezar û 251.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,3 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 44,2 ye. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 61,7 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 32,4 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 1370 nexweş hatin tesbîtkirin. Roj bi roj hejmara nexweşên rewşgiran kêmtir dibe. Di zêdebûna pêketinên aktîf de zêdebûneke sînordar berbiçav dikeve. Sînordarkirin û tedbîr hê bêtir encamê didin. Heke em pabendê sînordarkirin û tedbîran bin emê bi ser kevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.