Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 72 hezar û 615 pozîtîf derket 176 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 412 hezar û 31 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 72 hezar û 615 pozîtîf derketin, 176 kes mirin.

Aybüke İnal Kamacı  | 19.01.2022 - Rojanekırın : 20.01.2022
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 72 hezar û 615 pozîtîf derket 176 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 412 hezar û 31 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 72 hezar û 615 pozîtîf derketin, 176 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 412 hezar û 31 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 72 hezar û 615 pozîtîf derketin, 176 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 84 hezar û 426 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,31 a doza duyem jî weke 84,10 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 140 milyon û 87 hezar û 559 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.