Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 54 hezar û 100 pozîtîf derket 136 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 364 hezar û 426 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 54 hezar û 100 pozîtîf derketin, 136 kes mirin.

Muhammed Ali Toruntay  | 16.01.2022 - Rojanekırın : 17.01.2022
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de testa 54 hezar û 100 pozîtîf derket 136 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 364 hezar û 426 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 54 hezar û 100 pozîtîf derketin, 136 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 364 hezar û 426 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 54 hezar û 100 kes pozîtîf derketin, 136 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 68 hezar û 895 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 92,24 a doza duyem jî weke 83,98 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 139 milyon û 230 hezar û 188 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.