Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 30 hezar û 563 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 188 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 355 hezar û 15 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 30 hezar û 563 pozîtîf derketin, 188 kes mirin.

Ahmet Sertan Usul  | 11.10.2021 - Rojanekırın : 12.10.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 30 hezar û 563 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 188 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 355 hezar û 15 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 30 hezar û 563 pozîtîf derketin, 188 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 355 hezar û 15 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 30 hezar û 563 kes pozîtîf derketin, 196 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 33 hezar û 861 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 87,91 ya doza duyem jî weke 74,81 hat tomarkirin.

Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 112 milyon û 666 hezar û 626 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 306 hezar û 217 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.