Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 170 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 208 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 365 hezar û 412 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 28 hezar û 170 pozîtîf derketin, 208 kes mirin.

İsa Toprak  | 23.11.2021 - Rojanekırın : 24.11.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 28 hezar û 170 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 208 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 365 hezar û 412 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 28 hezar û 170 pozîtîf derketin, 208 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 365 hezar û 412 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 170 kes pozîtîf derketin, 208 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 29 hezar û 353 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,37 a doza duyem jî weke 80,79 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 119 milyon û 602 hezar û 103 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.