Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 467 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 222 kes mirin
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 363 hezar û 43 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 467 pozîtîf derketin, 222 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 363 hezar û 43 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 24 hezar û 467 kes pozîtîf derketin, 222 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 29 hezar û 639 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,45 a doza duyem jî weke 80,94 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta nuha 119 milyon û 884 hezar û 933 doz aşî hatiye kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.