Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 114 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 186 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 341 hezar û 426 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 114 pozîtîf derketin, 186 kes mirin.
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 341 hezar û 426 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 114 pozîtîf derketin, 186 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 341 hezar û 426 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 24 hezar û 114 kes pozîtîf derketin, 186 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 403 ye.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 88,38 ya doza duyem jî weke 76,21 hat tomarkirin.
Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 113 milyon û 971 hezar û 512 aşî hatiye kirin.
Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 109 hezar û 276 kesan derzî li xwe dane.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.