Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 20 hezar û 874 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 192 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 356 hezar û 254 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 20 hezar û 874 pozîtîf derketin, 192 kes mirin.

Ömer Olcay  | 08.12.2021 - Rojanekırın : 09.12.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 20 hezar û 874 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 192 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 356 hezar û 254 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 20 hezar û 874 pozîtîf derketin, 192 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 356 hezar û 254 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 20 hezar û 874 kes pozîtîf derketin, 192 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 29 hezar û 883 ye.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,94 a doza duyem jî weke 81,81 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 121 milyon û 276 hezar û 848 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.