Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 20 hezar û 374 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 228 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 35 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 20 hezar û 374 pozîtîf derketin, 228 kes mirin.
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 35 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 20 hezar û 374 pozîtîf derketin, 228 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 353 hezar û 35 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 20 hezar û 374 kes pozîtîf derketin, 228 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 19 hezar û 463 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,80 a doza duyem jî weke 81,57 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta nuha 120 milyon û 640 hezar û 857 doz aşî hatiye kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.