Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1958 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 75 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1958 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 75 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Aydın  | 19.10.2020 - Rojanekırın : 20.10.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1958 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 75 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1958 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 75 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 116 hezar û 249 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 12 milyon û 524 hezar û 561ê.

Di 24 saetên dawînde 116 hezar û 403 test hatin kirin, 1958 pêketî hatin tesbîtkirin, 75 kesan canê xwe ji dest da.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 1447, di 24 saetên dawîn de ku bi rehetbûna 1424 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 305 hezar û 427an.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de 5,6 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 48,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 65,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 32,1 e.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Bêyî kêmkirina hejmara nexweşên rewşgiran, di têkoşînê de serkeftin zehmet e. Em vê tenê bi pabendiya tedbîran dikarin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.