Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1693 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 66 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1693 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 66 kes mirin.
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1693 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin, 66 kes mirin.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 116 hezar û 103 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 12 milyon û 77 hezar û 773yan.
Di 24 saetên dawînde 1165 hezar û 103 test hatin kirin, 1693 pêketî hatin tesbîtkirin, 66 kesan canê xwe ji dest da.
Hejmara nexweşên rewşgiran bû 1408, di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1311 pêketiyan hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 299 hezar û 679an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên rewşgiran stabîl e. Fîlyasyon û îzolasyon bê kêmasî didome. Em dikarin bi hevre bi pabendiya tedbîran hejmara nexweşan kêm bikin."