Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1692 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 65 kesan canê xwe ji dest dan
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1692 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 65 kesan canê xwe ji dest dan
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 114 hezar û 311 test hatin kirin, 1692 pêketî hatin tesbîtkirin.
Di 24 saetên dawîn de 65 kesan ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1522.
Îro bi rehetbûna 1261 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 269 hezar û 696an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Daketina rêjeya zaturreyê berdewam e. Bi pabendiya tedbîran em piştfiriya xebatkarên xwe yê tendirustiyê bikin."