Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1391 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 65 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 113 hezar û 546 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1407 pêketî hatin tesbîtkirin.

Ahmet Aydın  | 01.10.2020 - Rojanekırın : 02.10.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1391 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin 65 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1391 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin 65 kes mirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 113 hezar û 546 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 493 hezar û 807an.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 113 hezar û 546 testê Kovîd-19ê hatin kirin, 1407 pêketî hatin tesbîtkirin. 67 kesan canê xwe ji dest dan. Hejmara nexweşên rewşgiran bû 1507.

Îro bi rehetbûna 1202 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 281 hezar û 151ê.

Vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,4, rêjeya tijîbûna qeryoleyan ji sedî 6,4, rêjeya tijîbûna beşa nexweşiya giran ji sedî 6,7, rêjeya tijîbûna ventîlatorê ji sedî 32,3, rêjeya tesbîta temaskaran têkra 8 seat, rêjeya fîlyasyonê jî weke ji sedî 99,1 hat tomarkirin. 

- "Hejmara rehetbûyan nêzîkî hejmara nexweşên nû ye"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Îro 1407 nexweşên nû hatin tesbîtkirin. Daketina hejmara nexweşên me yên rewşgiran didome. Hejmara rehetbûyan nêzîkî hejmara nexweşên nû ye. Tedbîr çeka herî hêzdar e, di destê me de. Em bi pabendiya xwe ya tedbîran bibin serkeftiyê vê têkoşînê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.