Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1771 kesan, 62 kes mirin

Di 24 saetên dawîn da 111 hezar û 113 testên Kovîd-19ê hatin kirin, tedawiya 1060 kes temam bû û jimara başbûyiyan derket 264 hezar û 805an

Elif Irmak  | 19.09.2020 - Rojanekırın : 20.09.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1771 kesan, 62 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 62 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 111 hezar û 113 testên Kovîd-19ê hatin kirin teşxîsa nexweşiyê dan 1771 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 62 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, 1060 kes baş bûn. Jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê hat temamkirin derket 264 hezar û 805an.

Jimara testan bi tevahî derket 9 miylon û 76 hezar û 278an, jimara waqieyan derket 299 hezar û 810î, jimara miriyan derket 7 hezar û 377an.

Jimara nexweşên aktîf derket 27 hezar û 628, jimara nexweşên giran 1402, di nexweşan da rêjeya zatureyê jî ji sedî 7,1 e.

- "Jimara pêketiyên nexweşiyê kêmzêde 300 hezar e"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di nirxandina xwe ya li ser hesabê Twîtterê da got ku "Jimara kesên ku bi nexweşiyê ketin kêmzêde bû 300 hezar. Îro 62 welatiyên me mirin. Jimara pêketiyên nexweşiyê nêzî 300 hezarî bû. Têkoşîna dijî nexweşiyê bi tevdîran û yekîtiya têkoşînê ra mimkûn e. Em bi hev ra têkoşînê bidin. Berpirsyariya me ew e ku em barê li ser pişta xebatkarên xwe yên tenduristiyê kêm bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın