Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1665 kesan

Di 24 saetên dawîn da 112 hezar û 885 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1665 kesan, 73 kes mirin

Elif Irmak  | 26.09.2020 - Rojanekırın : 27.09.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1665 kesan

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1665 kesan, 73 kes mirin.

Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.

Li gor daneyên rojane di 24 saetên dawîn da 112 hezar û 885 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 1665 kesan pozîtîf derket.

Di 24 saetên dawîn da 73 kes ji ber Kovîd-19ê mirin. 1318 kesên din baş bûn û jimara kesên ku tedawiya wan temam bû derket 273 hezar û 282yan.

jimara testan bi tevahî derket 9 milyon û 834 hezar û 572yan, jimara nexweşan derket 311 hezar û 455an, jimara miriyan derket 7 hezar û 858an.

Jimara nexweşên aktîf bû 30 hezar û 315, jimara nexweşên giran 1601, di nexweşan da jî rêjeya zatureyê bû ji sedî 6,6.

- "Em encamên xebatên xwe yên herêmî dibînin"

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di nirxandina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da got ku "Îro 1665 nexweşên me yên nû yên hatine tesbîtkirin hene. Em encamên xebatên xwe yên herêmî dibînin. Ez wisa bawer dikim ku di rojên pêş me da dê jimara nexweşên nû nîşan bidin ku me şewbê hildaye bin kontrolê. Em hemû bi hev ra dijî vîrusê têkoşîn bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın