Koronavîrus

Li Tirkiyeyê 226 hezar û 155 kes ji Kovîd-19ê rehet bûne

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1183 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 15 kesan din canê xwe ji dest dan.

Ahmet Aydın  | 11.08.2020 - Rojanekırın : 12.08.2020
Li Tirkiyeyê 226 hezar û 155 kes ji Kovîd-19ê rehet bûne

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1183 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 15 kesan din canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 61 hezar û 716 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 5 milyon û 387 hezar û 751ê.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1183 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 243 hezar û 180î. 15 kesan canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 873an.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1185 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 226 hezar û 155an.

Hejmara nexweşên giran 617, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 8,2 ye.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Di 3 rojên dawîn de di razandinên di nexweşxaneyan de ji sedî 32 kêmbûn heye. Zêdebûna nexweşên giran berdewam e. Di 3 rojên dawîn de 5 wîlayetên ku herî zêde nexweş lê hene ev in; Stenbol, Enqere, Konya, Diyarbekir, Şanliurfa." Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın