Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê 217 hezar û 497 kes ji Kovîd-19ê xilas bûn

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 995 kesên bi Kovîd-19ê ketine hatin tesbîtkirin, 19 kes mirin, hejmara pêketiyan derkete 233 hezar û 851î, hejmara miriyan jî derkete 5 hezar û 747 kesan.

Haydar Şahin  | 04.08.2020 - Rojanekırın : 04.08.2020
Li Tirkiyeyê 217 hezar û 497 kes ji Kovîd-19ê xilas bûn

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 995 kesên bi Kovîd-19ê ketine hatin tesbîtkirin, 19 kes mirin, hejmara pêketiyan derkete 233 hezar û 851î, hejmara miriyan jî derkete 5 hezar û 747 kesan.

Li gor daneyên li ser melpera Wezareta Tenduristiyê û Fahrettîn Kocayê Wezîr jî parve kirin, îro li Tirkiyeyê 41 hezar û 301 test hatin kirin, di 995 kesan da Kovîd-19 hat tesbîtkirin, di 24 saetên dawîn da 19 kes mirin.

Li gor qeydan hetanî nika 4 milyon û 927 hezar û 217 test hatin kirin, hejmara pêketiyan bû 233 hezar û 851 kes, hejmara miriyan jî derkete 5 hezar û 747 kesan.

Di 24 saetên dawîn da 1003 hezar kesên din jî pak bûn û hejmara pakbûyan derkete 217 hezar û 497an.

Hejmara nexweşên rewşa wan giran e bû 580, rêjeya kesên bi zatureyê ketin jî bû ji sedî 8,4.

Kocayê Wezîrê Tenduristiyê di peyama xwe da wiha got:

"Di pîrozkirina eydê da, li wargehên tetîlê mixabin qasî ku têrê dike bala xwe nedan. Berê li çend bajaran hejmara waqieyan zêde dibû niha tirsa me ew e ku li bajarên din belav bibe. Di tevdîran da hevkarî lazim dike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın