Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku ji Kovîd-19ê filitîn û qenc bûn ji 200 milyonî derbas bû
Ankara
Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin û paşê qenc bûn, ji 200 milyonî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li ser rûyê dinyayê 3 welatên ku herî zêde pêketî lê hatine tesbîtkirin, di heman demê da herî zêde nexweş jî lê qenc bûne.
Li tevahiya dinyayê ji kesên ku vîrus kişiya wan 200 milyon û 11 hezar û 154 kes qenc bûn.
Li Hindistanê 32 milyon û 304 hezar û 618, li Amerîkayê 31 milyon û 667 hezar û 507 û li Brezîlyayê 19 milyon û 966 hezar û 693 kes qenc bûn.
Li Tirkiyeyê 6 milyon û 24 hezar û 407 kesên ku di wan da vîrus hat tesbîtkirin, qenc bûn.
Jimara kesên ku qenc bûn li Fransayê 6 milyon û 464 hezar û 416, li Rûsyayê 6 milyon û 340 hezar û 151, li Îngiltereyê 5 milyon û 696 hezar û 593, li Arjantînê 4 milyon û 912 hezar û 390, li Kolombiyayê 4 milyon û 758 hezar û 983 û li Îspanyayê 4 milyon û 516 hezar û 279 kes in.
Li tvahiya dinyayê 18 milyon û 852 hezar û 989 kes hê tedawiyê dibînin. Kovîd-19a ku di berfanbara 2019an da li Wuhanabajarê Çînê derket holê, belayî 200î zêdetir welat û herêman bû û veguherî şewbê.
Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyan derket 223 milyon û 475 hezar û 490î, 4 milyon û 611 hezar û 347 kes mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.