Koronavîrus

Li tevahiya dinyayê ji 904 milyonî zêdetir doz aşiya Kovîd-19ê hat kirin

Li Tirkiyeyê heta îro 20 milyon û 284 hezar û 500 doz aşiyên Kovîd-19ê hatin kirin. Tirkiye ji hêla jimara aşiyên tevahî va di nav welatên dinyayê da di rêza 7emîn da cî digire û jimara aşiyên ku dikeve serî her 100 kesî bû 23, 68.

Emre Aytekin  | 20.04.2021 - Rojanekırın : 21.04.2021
Li tevahiya dinyayê ji 904 milyonî zêdetir doz aşiya Kovîd-19ê hat kirin

Ankara

 Li tevahiya dinyayê ji bo xwebexşiya dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) heta îro 904 milyon û 920 hezar doz aşî hat lêxistin.

Li gor malpera "Ourworldindata.org"a ku daneyên aşiya Kovîd-19ê berhev dike li Amerîkayê 209 milyon û 410 hezar doz aşî hat lêxistin û Amerîka bû welatê ku herî zêde aşî kiriye. Piştî wê bi 192 milyon û 130 hezarî va Çîn, 123 milyon û 850 hezarî va Hindistan, 42 milyon û 780 hezarî va Îngiltere, 32 milyon û 950 hezarî va Brezîlya, 21 miylon û 950 hezarî va Almanya, 20 miylon û 284 hezarî va Tirkiye, 17 milyon û 10 hezarî va Fransa, 16 milyon û 690 hezarî va Endonezya, 16 milyon û 170 hezarî va Rûsya, 15 milyon û 240 hezarî va Îtalya, 14 milyon û 240 hezarî va Meksîka, 13 milyon û 160 hezarî va Şilî, 12 milyon û 330 hezarî va Îspanya û 10 milyon û 330 hezarî va Îsraîl tê.

Li gor nifûsê welatê ku di her 100 kesî da herî zêde aşî kir Îsraîl e. Li Îsraîlê jimara dozên hat lêxistin derket ser nifûsa welêt û serê her 100 kesî 119,32 doz aşî dikeve. Piştî vê bi 114,09 dozî va Seyşel, 97,37 dozî va Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE), 68,84î va Şilî, 63,32yê va Bahreyn, 63,03yê va San Marîno, 63,02yê va Îngiltere, 62,61î va Amerîka, 62,20î va Malta, 62,02yê va Butan, 58,49ê va Monako û 57,97ê va Maldîv tê.

- Tirkiye welatê 7emîn e ku herî zêde aşî kiriye

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê heta îro 20 milyon û 284 hezar û 500 doz aşiyên Kovîd-19ê hatin kirin. Tirkiye ji hêla jimara aşiyên tevahî va di nav welatên dinyayê da di rêza 7emîn da cî digire û jimara aşiyên ku dikeve serî her 100 kesî bû 23, 68.

12 milyon û 427 hezar û 659 kes bi doza ewil, 7 milyon û 856 hezar û 841 kes jî bi doza duyem hatin aşîkirin.

Li parzemîna Asyayê 411 milyon û 390 hezar aşî hatin kirin û di nav parzemînan da ji hêla aşikirinê va Asya yekemîn e. Piştî wê bi 237 milyon û 350 hezarî va Amerîkaya Bakur û 178 milyon û 970 hezarî va Ewropa tê.

Li Amerîkaya Başûr 60 milyon û 230 hezar, li Afrîkayê 15 milyon û 280 hezar û li Okyanusyayê milyonek û 690 hezar doz aşî hatin kirin.

Ji aşiyên Kovîd-19ê yên ku heta îro destûra emilandina wê hatiye dayîn ji xeynî yekî hemû wek du doz û bi navber tên lêxistin. Lewra jimara dozan nayê wê meneyê ku ewqas mirov hatine aşîkirin.

Li gor malpera "Worldometers"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li tevahiya dinyayê jimara waqieyan ji 142 milyon û 752 hezarî derbas bû û ji ber vîrusê ji 3 milyon û 44 hezarî zêdetir mirov mirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın