Koronavîrus

Li tevahiya dinyayê ji 2 milyar û 660 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat kirin

Emre Aytekin  | 21.06.2021 - Rojanekırın : 22.06.2021
Li tevahiya dinyayê ji 2 milyar û 660 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat kirin

Ankara

 Li tevahiya dinyayê heta niha ji 2 milyar û 660 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat kirin.

Li gor malpera "Ourworldindata.org"ê ku daneyên ser aşiya Kovîd-19ê berhev dike, Çîn bi milyarek û 30 milyon dozî va bûye welatê ku heta niha herî zêde aşî lê hatiye kirin, peyê Çînê bi 317 milyon û 970 hezarî va Amerîka, bi 280 milyon û 26 hezarî va Hindistan, bi 86 milyon û 960 hezarî va Brezîlya, bi 74 milyon û 300 hezarî va Îngiltere, bi 66 milyon û 450 hezarî va Almanya, bi 48 milyon û 210 hezarî va Fransa, bi 46 milyon û 20 hezarî va Îtalya, bi 42 milyon û 277 hezarî va Tirkiye, bi 40 milyon û 30 hezarî va Meksîka, bi 35 milyon û 410 hezarî va Îspanya, bi 35 milyon û 280 hezarî va Endonezya, bi 34 milyon û 900 hezarî va Rûsya, bi 32 milyon û 190 hezarî va Kanada, bi 31 milyon û 590 hezarî va Japonya, bi 26 milyon û 490 hezarî va Polonya û bi 21 milyon û 390 hezarî va Şîlî tê.

Li tevahiya dinyayê heta niha ji 2 milyar û 660 milyon dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat kirin.

Li gor rêjeya serjimarê di nav 100 kesî da herî zêde aşî li Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî hat kirin.

- Tirkiye di aşiyê da welatê 9em e

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê hetanî niha 42 milyon û 277 hezar û 525 doz aşiya Kovîd-19ê li welatiyan xistin.

Tirkiye li gor hejmara aşiya hat kirin li dinyayê kete rêza 9an. Serê 100 kesî 49,88 aşî hat kirin. 27 milyon û 809 hezar û 728 kesan doza ewil li xwe xistiye, 14 milyon û 467 hezar û 797 kesan jî her du doz li xwe xistine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın