Koronavîrus

Li Şirnex û Mêrdîna ku hejmara pêketiyên Kovîd-19ê kêm e, bangewaziya "tedbîran bidomînin"

Halil İbrahim Sincar, Ekrem Payan  | 25.11.2021 - Rojanekırın : 27.11.2021
Li Şirnex û Mêrdîna ku hejmara pêketiyên Kovîd-19ê kêm e, bangewaziya "tedbîran bidomînin"

Mardin

Li Şirnexa ku rêjeya pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di asta herî nizim da ye û her wiha Mêrdîna ku di rêza sêyemîn da ye, bangewaziya "tedbîran bidomînin û aşî bibin" hat kirin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê yên pêketiyên Kovîd-19ê yên di navbera 6-12ê Mijdarê da bi 11,72yan va Şirnex li gorî hefteya derbasbûyî bû pêrêzgeha herî kêm, bi 16,61ê va jî Mêrdîn bû ya sêyemîn.

Ji bo ku li herdu parêzgehan jî hejmara pêketiyan zêde nebe, hat xwestin ku welatî pabendî rêgezên maske, mesafe û hîjyenê bibin û her wiha aşî bibin.

Waliyê Şirnexê Ali Hamza Pehlivan ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li hemû dinyayê û Tirkiyeyê têkoşîneke qewîn a dijî şewbê meşandin û lewma jî ew rêgezên maske, mesafe û hîjyenê didomînin.

Pehlivan bal kişand ku ew di rêjeya aşîbûnê da derketin ser asteke diyar û di aşiyên doza yekem da ew derketin ser sedî 85an, di doza duyem da jî ew nêzîkî ji sedî 70yî bûn.

Pehlivan her wiha ji welatiyên ku aşî nebûne, xwest ku biçin aşiya xwe bibin. Pehlivan got ku ekîba fîlyasyonê ya bi 100 wesayîtî li qadê xebatên xwe didomînin.

Midûrê Tenduristiya Parêzgeha Mêrdînê Saffet Yavuz jî diyar kir, di rêjeya aşîbûnê da ew hê negihîştine asta bi dilê xwe û her wiha xebatên wan ên aşîkirinê li tevahiya parêzgehê didomin.

Yavuz destnîşan kir, ew dixwazin welatî di mijara maske, mesafe û paqijiyê da tedbîrên xwe bidomînin û aşiya xwe bibin û wiha dewam kir, "Mêrdîn ji wan parêzgehan e ku hejmara pêketiyan kêm e, lê dîsa jî em wê yekê bi israr tînin ziman ku welatî piştgiriyê bidin xebatên aşîkirinê û her wiha aşiya xwe bibin."

Yavuz diyar kir, hemû dezgehên tenduristiyê û ekîbên mobîl gund bi gund tax bi tax digerin û xebatên aşîkirinê didomînin.

Welatî Tahsin Yavuzoglu jî diyar kir ku li hemberî şewbê, peywir dikeve ser milê herkesî û lewma jî divê tedbîrên şewbê bidomin û welatî aşiya xwe bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.