Tirkiye, Koronavîrus

Li Şanliurfayê ji bo ciwan aşî bibin wê diyariyan li wan belav bikin

Eşber Ayaydın  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 29.07.2021
Li Şanliurfayê ji bo ciwan aşî bibin wê diyariyan li wan belav bikin

Şanlıurfa

 Di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da ji bo asta aşîbûnê ya li Şanliurfayê zêde bikin armanc ew e ku di nav ciwanan da bi peşkê diyariyan belav bikin.

Li Şanliurfayê rêjeya aşîbûnê gelekî kêm e di çarçoveya xebatên dijî nexweşiyê da bi kordinasyona Walîtiya Şanliurfayê xebat tên meşandin ku rêjeya aşîbûnê zêde bikin.

Di vê çarçoveyê da li Şanliurfaya serjimara wê ya ciwanan zêde ye ji bo ciwanên 18-25 salî teşwîqî aşiyê bikin hin diyariyê werin dayîn. Di nav ciwanên aşî bibin da peşkê were avêtin û li wan hin diyariyên wekî tablet û bîskîletê werin belavkirin.

- "Di aşîkirina kesên ji 65 salî mezintir da me perfprmanseke baş nîşan da"

Abdullah Erînê Waliyê Şanliurfayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di têkoşîna dijî Kovîd-19ê da Şanliurfayê têkoşîneke baş da, hejmara pêketiyan hildan bin kontrolê û li beşên nexweşiyên giran ên nexweşiyan qerebalixiyeke mezin çênebû.

Erîn destnîşan kir ku bi destpêkirina aşîbûnê va xebatkarên tenduristiyê seferber bûn û niha axivî:

"Mixabin Şanliurfaya di têkoşîna dijî nexweşiyê da performanseke baş nîşan dabû di aşîbûnê da heman performans nîşan neda. Pêşîlêbirîn û hêdîkirina belavbûna Kovîd-19ê di destê sazî û personelên dewletê dabû. Bi pîlan, wezîfedarkirina xebatkaran va me li hemû qadan kontrolên xwe kirin û pêşî li zêdebûna belavbûna nexweşiyê girt. Hevkarî û guhdayîna rêgezan a welatiyan jî gelekî tesîrdar bû. Hûn jî dizanin ku me di aşîkirinê da ekîbên mobîl amade kir û li Tirkiyeyê cara ewil pêk anî. Ekîbên me gund gund geriyan û welatiyên meqanî kirin û ku aşî bibin. Di aşîkirina kesên ji 65 salî mezintir da me performanseke baş nîşan da."

Erîn wiha dewam kir, "Me dît aşîkirin gava berjêrî binê 65 saliyê bû, performansa aşîbûnê ket. Nexasim di navbera 18-25 saliyê da nifûsekî zêde heye û mixabin em di vê koma nifûsê da negihîştin asta ku em dixwazin."

Walî Erîn bal kişand, ji bo zêdekirina rêjeya aşîkirinê wan li bajêr ekîbên seyar damezirandin, ew li malan xebatên aşiyê dimeşînin û her wisa siyasetmedar û rîspiyên herêmê jî ji bo vê yekê timî bangewaziyê dikin.

Walî Erîn destnîşan kir ku bi xebatên hatin kirin, li bajêr rêjeya aşîbûnê ji sedî 15an derket ji sedî 35an, lê ne ku ev ast têrê dike û wiha dewam kir:

"Ji bo parastina civakê wekî gava ewil şert e ku sedî 70 aşî were kirin. Ji bo vê yekê jî divê ciwanên me jî aşî bibin. Lewma jî em bangî ciwanên xwe dikin ku êdî bi perbirsiyariya xwe bihesin û li gorî wê tevbigerin û her wisa bên û aşî bibin. Her wisa em dixwazin bi dayina diyariyên cur be cur va rêjeya aşîbûnê zêde bikin. Ji 81 parêzgehan di warê aşîbûnê da em niha ji para di rêza duyem da ne. Ev li Rihayê nayê. Ez dîsa bangî xwîşk û birayên me yên ciwan dikim ku aşî bibin."​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın