İbrahim Atmaca
13 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2020
Li 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê piraniya şêniyan guh da biryara sînordarkirina derketina derva ya ku ji bo tevdîrên şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat dayîn.
Li tevahiya welêt di 11ê berfanbarê saet 21.00î da sînordarkirina derketina derva dest pê kir û wê di 14ê berfanbarê duşemê saet 05.00ê da kuta bibe. Di çarçoveya sînordarkirinê da li Erzirom, Erzincan, Qers, Tuncelî, Agirî, Erdexan û Îdirê kuçe, kolan, meydan û qadên dîrokî xalî ne.
Hêzên asayîşê di çarçoveya sînordarkirinê da kolanên sereke di serî da li hemû deveran kontrolên xwe didomînin.