Koronavîrus

Li New Yorkê mirinên ji ber Kovîd-19ê ji 1000î derbas bû

Li Amerîkayê li bajarê New Yorka ku mirinên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) herî zêde lê tê dîtin jimara miriyan ji 1000î derbas bû

Elif Irmak  | 01.04.2020 - Rojanekırın : 02.04.2020
Li New Yorkê mirinên ji ber Kovîd-19ê ji 1000î derbas bû

New York

Li New Yorka eyaleta Amerîkayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin hat rojanekirin, li gor vê jimara miriyan derket 1550 kesî jimara miriyên li navenda bajarê New Yorkê jî ji 1000î derbas bû.

Di rojanekirina dawîn a li ser malpera agahdarkirinê ya Zanîngeha John Hopkinsê da hat ragihandin ku li bajarê New Yorkê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin derket 1096an.

Li tevahiya eyaletê New Yorkê jimara weqiayên vîrusa koronayê hat tesbîtkirin jî li tevahiya 44 navçeyan di 12 saetên dawîn da 8 hezar û 655 zêde bû û ji 67 hezar û 384an derket 76 hezar û 49an.

Piştî New Yorkê bi 18 hezar û 669 kesî New Jersej tê û sêyemîn eyaleta Amerîkayê ya ku herî zêde weqia lê tê dîtin jî bi jimara 8 hezar û 460 kesî bû Calîfornîa.

Li tevahiya Amerîkayê jî di 12 saetên dawîn da jimara mirinên ji ber vîrusa koronayê 730 kes zêde bû û ji 3 hezar û 170 kesî derket 3 hezar û 900î û jimara weqiayên ku li welêt pozîtîf derketin jî bi rojanekirina dawîn ra wek 189 hezar û 35 hat tesbîtkirin.

Bi vê encamê li Amerîkayê jimara weqiayên vîrusa koronayê di 12 saetên dawîn da 24 hezar û 425 zêde bûye.

Li gor qeydên Zanîngeha John Hopkînsê li tevahiya dinyayê jimara weqiayên Kovîd-19ê wek 858 hezar û 785 hat rojanekirin, jimara kesên ji ber vîrusê mirin jî wekî 42 hezar û 151 hat dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın