Koronavîrus

Li Hîndistanê hejmara kesên bi Kovîd-19ê dikevin kêm dibe

Saadet Firdevs Aparı  | 18.07.2021 - Rojanekırın : 19.07.2021
Li Hîndistanê hejmara kesên bi Kovîd-19ê dikevin kêm dibe

Ankara

 Li Hindistana ku zêde di binê tesîra vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da ma hejmara kesên ku rojane bi vîrusê dikevin kêm dibe.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da 41 hezar û 157 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, 518 kes mirin û 42 hezar û 4 nexweş jî pak bûn.

Hejmara kesên ku ji ber vîrusê tên tedawîkirin jî wek 422 hezar û 660 hatin tesbîtkirin.

Li welêt tevahî 30 milyon û 269 hezar û 796 kes baş bûn, rêjeya başbûnê gihîşt ji sedî 97,31î.

Li Hindistanê hejmara pêketiyan bi tevahî bû 31 milyon û 106 hezar û 65 û ya miriyan jî bû 413 hezar û 609.

Li Hindistana serjimara wê dora 1,4 milyarî ye ji 16ê çileya paşîn vir va kampanyaya aşiyê dan destpêkirin. Ji wê vir va ji 400 milyonî zêdetir doz aşî hatin kirin.

Lê aşîkirin hê negihîştiye asta rêlibergirtina şewbê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın