Li Hindistanê di şewba Kovîd-19ê da jimara pêketiyan a rojane ji 273 hezarî derbas bû
Ankara
Li Hindistanê ku ji wan welatan e cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) herî zêde lê tesîr kiriye, pêketiyên rojane ji 273 hezarî derbas bû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hindistanê, 24 saetên dawîn 1619 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 178 hezar û 760î.
Jimara pêketiyên îro jimara herî zêde ya ku li welêt hatiye tesbîtkirin e.
Li Hindistanê her wisa di 24 saetên dawîn da 273 hezar û 810 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û bi vî va jî jimara pêketiyan ji 15 milyonî derbas bû.
Li gorî daneyên ku malpera "Worldometers" der barê Kovîd-19ê da berhev dike, Hindistan li dinyayê welatê 2yemîn e ku hejmara pêketiyan herî zêde ye, her wisa ji welatên ku herî zêde kes ji ber Kovîd-19ê dimirin jî di rêza 4emîn da ye.
Hindistan ji 2yê Nîsanê vir va li dinyayê ew welat e ku herî zêde pêketî lê tên tesbîtkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.