Tirkiye, Koronavîrus

Li Gazîantebê kuçe û kolan ji meriv û wesayîtan xalî ne

Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li Gazîanteba ku derketina derva lê hatiye sînordarkirin, kuçe û kolan vala man.

İbrahim Atmaca  | 18.05.2020 - Rojanekırın : 19.05.2020
Li Gazîantebê kuçe û kolan ji meriv û wesayîtan xalî ne

Gaziantep

 Di çarçoveya têkoşîna vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da li Gazîanteba ku derketina derva lê hatiye sînordarkirin, kuçe û kolan vala man.

Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî seba 14 bajarên mezin û Zonguldakê biryar ragihand ku 4 rojan derketina derva were sînordarkirin, li Gazîantebê kuçe kolan û meydan xalî man.

Di roja sêyemîn a sînordarkirina derketina derva da jî ji bilî kesên ku li gor giştînameyê muaf in, kes li derva tuneye, çûyîn û hatina peya û wesayîtan pir kêm e.

Li Meydana Demokrasiyê ya 15ê Tîrmehê û bûlwarên Gazî Muhtar, Zanîngeh û Karataşê jî bê deng his in.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.