Koronavîrus

Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 22 hezar û 767 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Alaattin Doğru  | 25.07.2021 - Rojanekırın : 26.07.2021
Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 22 hezar û 767 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Ile-de-France

 Li Fransayê di 24 saetên dawîn da 22 hezar û 767 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin tesbîtkirin.

Li gorî daneyên Saziya Tenduristiya Gel, li Fransaya ku piraniya pêketiyan ji varyanta Deltayê ne, di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi şewbê ketin, 22 hezar û 767 zêde bû û derket 5 milyon û 977 hezar û 770yî.

Her wiha li welêt di 24 saetan da hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin 22 zêde bû û derket 111 hezar û 638an.

Li nexweşxaneyan jê 872 di yekeyên nexweşiyên giran da, tedawiya 6 hezar û 802 kesan didome.

Li gorî daneyên ku Wezareta Tenduristiyê parve kirin, ji 27ê Berfanbara 2020an vir va hejmara kesên ku derziya Kovîd-19ê bûn, ji 69 milyon û 515 hezarî derbas bû. Ji van jî 33 milyon û 152 hezar û 259 jê jî doza duyemîn an jî ya sêyemîn li xwe xistin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın