Li dinyayê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 3,3 milyonî derbas bû
Ankara
Li hemû dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin ji 3,3 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike, ji ber vîrusê 3 milyon û 306 hezar û 723 kes mirin.
595 hezar û 812 kes li Amerîkayê, 422 hezar û 418 kes li Brezîlyayê, 218 hezar û 985 kes li Hindistanê, 218 hezar û 985 kes li Meksîkayê, 127 hezar û 605 kes li Îngiltereyê, 122 hezar û 833 kes li Îtalyayê, 113 hezar û 326 kes li Rûsyayê, 106 hezar û 392 kes li Fransayê, 85 hezar û 321 kes li Almanyayê û 78 hezar û 792 kes li Îspanyayê mirin.
Li Tirkiyeyê hetanî 9ê gulanê 43 hezar û 79 kes mirin.
Kovîd-19ê cara ewil li Çînê derket holê li 200î zêdetir welat û herêmî belav bû.
Li dinyayê 158 milyon û 969 hezar û 62 pêketî hatin tesbîtkirin, 136 milyon û 510 hezar û 827 kes pak bûn.
Hê dermankirina 19 milyon û 151 hezar û 512 pêketiyan dewam dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.