Dinya, Koronavîrus

Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 989 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 989 kes ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin.

Önder Beyter  | 19.01.2021 - Rojanekırın : 19.01.2021
Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 989 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Berlin

 Li Almanyayê di 24 saetên dawîn da 989 kes ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) mirin.

Li gorî daxuyaniya Enstîtuya Robert Koch ku li Almanyayê di warê nexweşiyên şewbê da xebatan dike, li welêt di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 369 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Bi vî awayî hejmara pêketiyan derket 2 milyon û 52 hezar û 28an, bi mirina 989 kesan va jî hejmara miriyan bi tevahî derket 47 hezar û 622yan.

Her wisa li welêt 5 hezar kes di unîteya nexweşên giran da tên tedawîkirin ku ji van 2 hezar û 869 jê jî hatine entubekirin.

Li gorî daxuyaniyê, li welêt heta niha milyonek û 145 hezar kes hatine aşîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın