Nûçeyên analîzê, Koronavîrus

Kovîd-19ê Xeyala Amerîkayê da bayê

Bandorên xirab ên şewbê li hin welatan girantir xwe nîşan didin. Amerîka yek ji van welatan e ku bi pirsgirêkên kronîk ên pergala xwe ya tenduristiyê va ket nava lepên şewbê

Önder Beyter, Türkan Tosun, İbrahim Atmaca, Haydar Şahin  | 08.04.2020 - Rojanekırın : 09.04.2020
Kovîd-19ê Xeyala Amerîkayê da bayê

Istanbul

Bandorên wêrankar ên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ku hemû dinya da ber xwe, li hin welatan xwe girantir da der. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ku yek ji van welatan e, ji niha da bi awayekî xedar bi encamên neyînî yên vê şewbê yên di warê civakî û aborî da rûbirû ma. Xemsariya serê ewil, kêmasiya testan û nebûna têkoşîneke kordînekirî ya li ser asta welêt bûn sedem ku waqieyên Kovîd-19ê belayî seranserê Amerîkayê bibin. Hejmara waqieyan ji 400 hezarî derbas kir û hejmara miriyan jî nêzîkî 13 hezarî bûye. Li hin eyaletan di bîterkirina alavên tibî yên herî sereke da jî kêşeyan xwe nîşan dan. Bi tenê di nava du hefteyên dawîn da ji 10 milyonî zêdetir Amerîkayî ji bo pereyê bêkariyê serîlêdan kir.

Wekî ku tê zanîn, Serok Donald Trump di fêmkirina çarçoveya tehdîda şewba Kovîd-19ê da zehf bi derengî ket. Di qonaxa ewil a şewbê da îdia kir ku cureya nû ya vîrusa koronayê "amûreke xapandinê" ye ku ji hêla Demokratan tê emilandin da ku zirarê bidin wî û rêveberiya wî. Gava ku bi bihurîna demê ra hat fêmkirin bê ka şewb çend xeternak e, Trump mîna ku bixwaze xemsariya xwe ya serê ewil bide jibîrkirin, îcar rabû û dest bi emilandina zimanekî pir tûj û tund kir. Heta têkoşîna ku li dijî vîrusê tê dayîn şiband şerekî û xwe jî wekî serokekî serdema şer tewsîf kir. Her çiqas di têkoşîna dijî şewbê da dest bi avêtina gavên bihêztir kir jî lêbelê li gorî hinek kesan ew gelekî bi derengî ket. Îmaja "welatê herî bihêz û dewlemend yê dinyayê" ya ku di temamê kariyera xwe da xwest ji bo Amerîkayê ava bike, derbeyeke mezin xwar.

Niha êdî ne pêkan e ku mirov ji bo Amerîkayê behsa senaryoyeke baş bike. Îhtimalên xirab û xirabtir li ber derî ne. Pisporên tibê yên Qesra Spî wisa texmîn dikin ku emrê mayîna li malê yê berfireh were cîbicîkirin jî dibe ku di pandemiyê da ji 100 hezarî heya 240 hezarî Amerîkayî jiyana xwe ji dest bidin. Trumpê ku got "gelek kes dê bimirin", di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da tabloyeke zehf reşbîn raxist ber çavan û her wiha hişyarî da gelê Amerîkayê: "Em ber bi zemanekî pir erjeng va diçin. Îhtimal e ku me qet berî niha bi vî rengî reqamên mirinê nedîtibûn. Belkî jî meriv dikare van reqaman bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn an jî Duyemîn ra qiyas bike." Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn da 320 hezar û di Şerê Cîhanê yê Duyemîn da milyonek û 76 hezar welatiyên Amerîkayê hatibûn kuştin. Dema ku meriv li van reqaman dinihêre, erjengiya vê daxuyaniyê baştir tê fêmkirin.

- Pergala tenduristiyê têk diçe

Tam mehek piştî tweeta Donald Trump ku gotibû Amerîkayê şewba vîrusa koronayê "êpêce hilda binê kontrolê" şûnda, Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (DSO) diyar kir ku Amerîka wê bibe navenda şewbê. Ji ber ku demeke dirêj e di pergala tenduristiyê ya Amerîkayê da pirsgirêk hebûn, amadehiya pergalê ji bo vê şewbê tunebû. Piştî ku şewbê dest pê kir û demeke kin ji ser ra derbas bû û şûnda, li nexweşxaneyên Amerîkayê kêmasiya alavên tibî rû da. Doxtor û hemşîreyan di vê mijarê da liser înternetê alîkarî xwest û peyam weşandin. Ji hilberînerên tekstîlan hat xwestin ku ji bo xebatkarên nexweşxaneyan maskeyan çêkin. Rewş ew qas xerab bû ku pisporekî anesteziyê torbeyekî plastîk kir serê xwe û wisa midaxeleyî nexweşan kir. Paşê dîmenên xebatkarên gelek nexweşxaneyan hatin weşandin ku poşetên çopê wek mêzer li xwe dikirin.

Ji aliyê cîhazên girîng ên wek cîhazê bêhnê da jî pirsgirêkên mezin rû dan. Rêvebiriya navendî pêka sparîşên ku ji eyaletan hat xwestin neanî. Weke mînak ji New Yorka ku navenda şewbê ye ra 400 cîhazên bêhnê hatin şandin. Lê Waliyê New Yorkê Andrew Cuomo got ku ev qas cîhaz têrê nakin û ev tenê xwexapandin e û îdia kir ku pêdiviya eyaletê bi 30 hezar cîhazên bêhnê heye.

Her eyalet pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dikin û ev jî nîşan dide ku pergala tenduristiyê ya Amerîkayê çi qasî xirab bûye. Bi awayekî kordîne rêvebirina têkoşîna şewbê li derekê, eyalet û heta bajar ji bo alavên tibî yên girîng û cîhazên bêhnê hema bêje ketine şerê îhaleyan. Vê rewşê pirsa "Gelo meriv dikare ji bo Amerîkayê behsa pergaleke tenduristiyê ya neteweyî bike?" tîne bîra merivan.

Digel van hemû yekan, divê meriv vê yekê jî bêje ku tu sîgorteya tenduristiyê ya nêzî 30 milyon Amerîkayiyan tuneye. Dema ku meriv li ser rewşa aboriyê û bêkariya ku zêde dibe, difikire, diyar e ku ev jimar wê zêdetir bibe.

Ji bilî vê sîgorteya gelek welatiyên Amerîkayê zêde berfireh nîne. Him kesên di vê rewşê da ne û him jî yên ji ber vîrusê tedawî dibin îxtimaleke mezin wê bi fatureyên gelek biha va rûbirû bimînin. Li Florîdayê ji bo nexweşeke bêsîgorte ji ber tedawiya Kovîd-19yê 35 hezar dolar fature hatibû nivîsandin. Dema ev tişt bê dîtin rewşa xirab derdikeve holê. Ji bo nexweşên bêsîgorte 73 hezar dolar, ji bo kesên xwedî sîgorteyên tenduristiyê yên taybet in jî 38 hezar dolar fature dibe ku bên birîn. Ev raporên ku van rêjeyan nîşan didin çavê mirovan ditirsînin.

- Zirareke mezin gihîşt aboriyê

Li Amerîkayê di 113 mehên dawîn da hejmara kesên ku karê wan hene her tim zêde dibû. Di meha Adarê da karê ji 700 hezarî zêdetir kesî ji destên wan çû. Rêjeya bêkariyê ya ku heta ji sedî 3,5an daketibû ji nişkêva zêde bû û qasî ku tê texmînkirin ewê derkeve asta ji sedî 32,1ê.

Li gor texmîna Komeleya Restoranan a Neteweyî di qada restorantan da qasî 5 an jî 7 milyon kes wê bê kar bimînin. Di nav sê mehên pêş me jî di vê qadê da 225 milyar dolar zirar wê çêbibe.

- Vîrus wê bibe sedema resesyoneke kurewî

Hilberîna Amerîkayê ji ber vê rewşa aboriyê teng dibe. Li gor lêkolîneke nû ya Yekîtiya Hîlberînerên Neteweyî ji sedî 80yê şirketan ji ber vîrusa koronayê wê derbeyekê bixwin. Her çiqas Serok Trump bibêje xebatên aboriyê bila ber bi rewşa normal va biqûlibe jî li gor gelek pisporan di demeke nêz da ev ne mumkin e. Ji ber ku hê nayê zanîn ka vîrus wê kingê ji holê rabe, rewş dibe ku hê jî xirabtir bibe. Tê texmînkirin ku vîrus wê bibe sedema resesyoneke kurewî.

Li gor hinekan resesyonê ji zû va ye dest pê kiriye. Qada restorantan gihîşt asta rawestandinê. Seferên balafiran, çêkirina wesayîtan, otel, salonên sporê, xetên rêwîtiyê ya keştiyan jî dîsa di heman rewşê da ne.

Li borseyan hin caran kirîn û firotin tê sekinandin, kesên bi borseyê ra eleqedar dibin ji ber zêdebûn û daketinê pere zêde didin der. Bihayê petrol ket as herî jêrîn. Li seranserê welêt her ku diçe zêde merivan ji kar derdixin. Gel êdî ji berê kêmtir hilberînê dike, kêm xerc dike û kêm dixwe. Amerîka jî tev gelek aborî ber bi bobelatekê diçin.

- Siyaseta Amerîkayê jî di bandorê da ma

Bêşik û bêguman tesîra Kovîd-19ê herî zêde li ser Trumpê Serok çêdibe. Bi gavên bixwebawer ber bi hilbijartina mijdara 2020î diçû di vê pêvajoyê da asteng derkete pêşiyê û hewl dide. Hewla ku hetanî nika ji bo têkoşîna dijî vîrusê da zêde rind nebû. Pêşiyê nexweşî piçûk dît ji ber vê gelekî hat rexnekirin û projeksiyonên ji bo xisar were dîtin rayê didin ku karê wî gelekî zehmet e. Ne ku ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya kurewî û midaxeleyê pêşîkêşiyê bike, her wiha ji bo têkoşîna nav welêt jî şikê çêdike.

Pêvajoya hilbijartina seroktiyê bi rikdarî û sûcdarkirinê dewam dike û ew jî di bin tesîra nexweşiyê da ma. Pêşiyê pêşhilbijartinên li eyaletên Ohaîo û Wîsconsinê yên Pariya Demokrat hatin betalkirin. Paşê jî Komxebata Neteweyî ya Demokratîk ya ku pê namzedên seroktî û alîkariya seroktiyê ya partiya Dmeokrat paşda avêtin tebaxê. Ligel vê Joe Bîdenê bernamzedê herî hêzdar ê Demokratan û Donald Trumpê Serokê Amerîkayê navber dan şerê di navbera xwe da û li ser nexweşiya Kovîd-19ê fikr û ramanên xwe parve kirin. Bi vî awayî têkoşîna dijî vîrusê partî nezê hevdu kirin.

Lêbelê Amerîka ji bo ji Kovîd-19a wekî derdekî mezin di ser da ket xilas bibe dibê ji vê zêdetir bixebite. Di vê astê da ya girîng ew e ku sîstema tenduristiyê, siyaset û aboriya Amerîkayê meseleyên xwe yên kronîk çareser bikin, ev zehf girîng e. Ji bo ku bibînin hela "Xeyala Amerîkayê" ya halêhazir zirareke mezin dîtiye gelo ew ê bi dawî be yan nebe jî dem lazim dike.

[Dr. Oguzhan Yanarişikê xebatên xwe yên doktorayê li beşa Xebatên Navneteweyî û Siyasetê ya Zanîngeha Warwickê ya Îngiltereyê temam kiribûn li Enstîtuya Zanistên Ewlekariyê ya Akademiya Polêsan hîndekariyê dike]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.