Komên Piştgiriya Civakî ya Wefayê ji 121 hezarî zêdetir daxwaz bi cih anîn
Ankara
Di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû da (Kovîd-19) derketina derva ya kal û pîrên ku emrê wan 65 sal û 65an mezintir e, hat qedexekirin. Wezareta Karên Navxweyî ragihand, ji bo peydakirina pêdiviyên kal û pîran û kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene heta niha 144 hezar û 405 têlefon hatin vekirin, bi destê komên Piştgiriya Civakî ya Wefayê ji van 121 hezar û 388 daxwaz hatin bicihanîn.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn, di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da ji walîtiyên 81 bajaran ra giştîname hat şandin û derketina derva ya kal û pîrên ku emrê wan 65 sal û 65an mezintir e û kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, hat qedexekirin.
Ji kal, pîr û kesên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene heta niha 55 hezar û 873 caran li 112ê geriyan, 42 hezar û 101 caran li 155ê geriyan, 12 hezar û 571 caran li 156ê geriyan û 33 hezar û 860 caran jî li ser nimreyên dinê geriyan.
Komên Piştgiriya Civakî ya Wefayê 121 hezar û 388 daxwaz bi cih anîn.