Koronavîrus

Ji VakifBankê bo Kampanyaya Hevkariya Neteweyî 50 milyon lire piştevanî

VakifBankê ji bo Kampanyaya Hevkariya Neteweyî ku bi diruşma "Em têra hev hene" hat destpêkirin, 50 milyon lire bexşand.

Önder Beyter  | 01.04.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Ji VakifBankê bo Kampanyaya Hevkariya Neteweyî 50 milyon lire piştevanî

Istanbul

VakifBankê ji bo Kampanyaya Hevkariya Neteweyî 50 milyon lire bexşand ku ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdogan ji bo têkoşîna dijî pandemiya vîrusa koronayê ku çarheqalê dinayê da ber xwe, hat destpêkirin.

Di daxuyaniya Vakifbankê ya ku tê da cih dan nêrînên Midûrê Giştî yê Vakifbankê Abdi Serdar Ustunsalih jî da hat destnîşankirin ku kevneşopiyeke Anadoluyê ye ku mirov ji bo xêra însanan karên qenc bike û di xêr û xêratê da bikeve pêşbaziyê.

Ustunsalih wiha axivî, "Em ji dil bawer in ku em ê di têkoşîna dijî şewbê ku bi pêşengtiya brêz Serokomarê me tê meşandin da bi ser bikevin. Çanda di rehên banqeya me da jî wê şîretê li me dike ku em destê alîkariyê bidin kesên di tengasiyê da. Ligel vê bexşandina ku me li ser navê malbata VakifBankê kir, ez hemû hevalên me yên kar jî dawet dikim ku piştgiriyê bidin kampanyayê. Heta roja îro li hemberî her cure zehmetiyê me bi hêza xwe li ber xwe da. Îro jî ez wisa bawer dikim ku em ê bêjin 'Em têra hev hene' û 83 milyon dê dest bidin destê hev."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.