Koronavîrus

Ji ber Kovîd-19ê li Ewropayê çûyîn û hatina balafiran ji sedî 88 kêm bû

Rêxistina Ewlehiyê ya Seyrusefera Hewayê ya Ewropayê (Eurocontrol) ragihand, ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di nav Ewropayê da çûyîn û hatina balafiran ji sedî 88 kêm bû.

İbrahim Atmaca  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Ji ber Kovîd-19ê li Ewropayê çûyîn û hatina balafiran ji sedî 88 kêm bû

Berlin

Li gor daxuyaniya Eurocontrolê ku trafîka hewayî ya Ewropayê kontrol dike û navenda wê li Brukselê ye, di 29ê adarê roja yekşemê trafîka balafirên ku di nav welatên Ewropayê da diçin û tên li gor heman roja 2019an (31ê adarê roja şemiyê) ji sedî 88 kêm bû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di 29ê adara 2020î da li gor heman roja par 24 hezar û 470 firîn, kêm hatin kirin.

Li gor vê di nav maweya ku qala wê hat kirin da çûyîn û hatina balafiran li Tirkiyeyê ji sedî 94, li Spaniyayê ji sedî 93, li Fransayê ji sedî 93, li Îtalyayê ji sedî 93, li Îngiltereyê ji sedî 87, li Almanyayê ji sedî 87 û li Hollandayê ji sedî 85 kêm bû.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di 28ê adarê roja şemiyê jî çûyîn û hatina balafirên navbera Ewropa û Amerîkayê da jî li gor heman roja par ji sedî 75 kêm bû.

Tirkiye jî di nav da 41 endamên Eurocontrolê hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.