Koronavîrus

Hejmara pêketinên Kovîd-19ê ya rojane daket bin hezarî re

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 992 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 214 hezar û 993yan.

Ahmet Aydın  | 14.07.2020 - Rojanekırın : 15.07.2020
Hejmara pêketinên Kovîd-19ê ya rojane daket bin hezarî re

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 992 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, 20 kesan canê xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tendirustiyê, ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir. Li gorî wê îro 43 hezar û 231 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 4 milyon û 65 hezar û 178an.

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 992 pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 214 hezar û 993yan.

20 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 402yan.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna hezar û 49 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 196 hezar û 720an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Dîsan em di bin hezarî de ne. Piştî 33 rojan cara yekê. Hejmara pêketinên nû ku 11ê hezîranê 987 bû, adina rojê derketibû 1195an. Em nizain sibe dê çawa be, emê encamên tedbîran piştî 7 rojên din bibînin. Bila em nekevin hesreta van rojan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.