Der barê 39 hezar û 604 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di navbera 22ê Sibatê-1ê Adarê da der barê 39 hezar û 604 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.
Ankara
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di navbera 22ê Sibatê-1ê Adarê da der barê 39 hezar û 604 kesên guh nedan qedexeya derketina derva da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin ji ber tesîra şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) qedexeya derketina derva dewam dike.
Hat gotin li seranserê Tirkiyeyê qedexeya derketina derva di nav hefteyê da roja duşemê di 22yê Sibatê navbera saet 21.00-05.00î da dest pê kir û di dawiya hefteyê jî roja înê di 1ê Adarê saet 21.00î da dest pê kir û di saet 05.00î da qediya, qismeke mezin a welatiyan guh dan vê qedexeyê.
Wezaretê daxuyand der barê 39 hezar û 604 kesên guh nedan qedexeya derketina derva ya di navbera 22yê Sibatê û 1ê Adarê da miemeleya adlî/îdarî hat kirin.
Hat gotin şewb hê xelas nebûye, tevdîr dewam dikin, welatî divê maskeyan bi kar bînin, guh bidin paqijiyê û ji hevdu dûr bisekinin.
Herî dawîn ji ber sebr û fedakariyê spasiya welatiyan hat kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.