Dayîna agahiyên li ser sepana aşiya Kovîd-19ê ya li gorî parêzgehan dest pê kir
Ankara
Sepana aşiyê ya ku li tevahiya welêt di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da tê kirin, ji ser rûpela "Platforma Agahdarkirinê ya Aşiya Kovîd-19ê" ji îro pê va li gorî parêzgehan bi awayekî zindî tê parvekirin.
Bi nexşeya Tirkiyeyê ya li ser navnîşana "https://covid19asi.saglik.gov.tr/" a Wezareta Tenduristiyê va mirov dikare hejmara kesên aşîkirî yên li hemû parêzgehan bibîne.
Li ser nexşeyê hejmara giştî deqîqeyekê carekê, hejmara li gorî parêzgehan jî 10 deqîqeyan carekê tên nûkirin.
Li Tirkiyeyê ji 14ê Rêbendanê roja destpêkirina aşîkirina giştî û vir va ji saet 09.37an pê va milyonek û 247 hezar û 38 kes hatin aşîkirin.