Tirkiye, Koronavîrus

Aşîkirina welatiyên 55 salî û jê jor dest pê kir

Özgün Tiran  | 20.04.2021 - Rojanekırın : 21.04.2021
Aşîkirina welatiyên 55 salî û jê jor dest pê kir

Kırklareli

Li herêma Trakyayê di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da pêvajoya aşîkirina welatiyên 55 salî û jê jor dest pê kir.

Welatiyên ku li gorî bernameya aşîkirinê ya Wezareta Tenduristiyê li pergalê hatin zêdekirin, randevuya xwe distînin û li binkeyên tenduristiyê yên destnîşankirî aşiyê li xwe dixin.

Li Edîrne, Kirklarelî û Tekîrdaxê welatî li nexweşxane û navendên tenduristiya malbatê li gorî saeta randevuya xwe diçin û aşî dibin.

Welatî Vecihi Yavuz ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kirklareliyê aşî bû, ji peyamnêrê AAyê ra got ku ew zehf kêfxweş e ku ew aşî bû.

Yavuz got ku wî çawa bihîst, pêvajoya aşîkirina yên di temenê wî da dest pê dike, wî randevu sitand, ew hat nexweşxaneyê û aşî bû. Yavuz li hemû welatiyan pêşniyaz kir ku aşî bibin.

Hayrettin Bici jî got ku ew ji ber xema tenduristiya gel aşî bû.

Di vê navberê da, li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê heta niha li Edîrneyê 169 hezar û 699, li Kirklareliyê 136 hezar û 361 û li Tekîrdaxê jî 277 hezar û 617 kes hatin aşîkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.