Tirkiye, Koronavîrus

Aşîkirina welatiyên 40 salî û jê yên mezintir dest pê kir

Di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da aşîkirina welatiyên ku temenê wan 40 û jê yên mezintir dest pê kir

İsa Toprak  | 14.06.2021 - Rojanekırın : 15.06.2021
Aşîkirina welatiyên 40 salî û jê yên mezintir dest pê kir

Ankara

 Li Nexweşxaneya Bajêr a Enqereyê aşîkirina welatiyên temenê wan 40 û jê mezintir dest pê kir.

Li Nexweşxaneya Psîkiyatriya Adlî ya Zêde Ewle ya ku rojê 8 hezar kes dikarin lê bên aşîkirin hemû randevu tije bûn. Hat ragihandin heke daxwaz zêde be, aşîkirin jî dikare bê zêdekirin.

Yucel Gurê doza ewil ya aşiyê li xwe xist got dema dor hat kesên temenê wan 40 û jê zêdetir, ew jî hat ku aşî bibe.

Derya Bulakê jî got ji bo ku ew xwe ji şewbê biparêze aşiyê dibe û kêfxweş e ku dor hatiye wê.

Bulakê got duh êvarê wê randevu hildaye û bangî welatiyan kir ku ew jî aşî bibin.

Welatiyên li Edirne, Kirklarelî û Tekirdagê dijîn jî randevuyên xwe hildan û çûn nexweşxane û navendên tenduristiyê ku aşiyê bibin.

Îbrahîm Albayrakê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kirklareliyê aşî bû ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku ew aşî bûye xwe bêtir ewle dihesibîne.

Albayrak spasiya xebatkarên tenduristiyê kir, got bi saya aşiyê şewbê ji holê rabe û divê her welatiyê ku dora wî tê aşî bibe.

Li Edirneya ku li gor nifûsa xwe rêjeya aşîkirinê lê herî zêde ye û li Kirklareliya ku li Tirkiyeyê di nav wan 10 bajarên ku herî zêde welatî aşî dibin da cih digire welatî tên aşî dibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın